Slovenya bû serokê Yekîtiya Awrûpayê ya vê dewrê
PeyamaKurd – Serokatiya Yekîtiya Awrûpayê ji Portekîzê dewrê Slovenyayê bû. Slovenya di 1 ê tîrmehê de bû serokê vê dewrê û heya 31.12.2021 ê dewam dike.
Dê di vê dewrê de Slovenya çawa YA yê îdare bike û giraniya xwe bide ser kîjan mijaran nayê zanîn. Serokwezîrê Slovenyayê Janez Jansa weka yekî rastgirê tund tê nasîn û hatibû ragihandin ku bo serokê konseya YA yê Charles Michel belgenameyeka ne fermî şandibû ku tê de dihat gotin divê Bosna Hersek bibe du cîh, Sirp bi Sirbistanê ve û Kosova bi Arnavutlukê vê bê girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin