Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman li ser aloziya Sûriyeyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman Elî Mihyedîn El-Qeradaxî der barê pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê de bi taybet li herêmên ku nifûsa Elewî lê zêde ne got, “Divê bi tundî bersiva hewldanên belavkirina kaosê bê dayîn.”
Elî Muhyedîn El-Qeradaxî di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de xîtabî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara kir.
Qeredaxî diyar kir ku Şara berpirsyariyeke dîrokî û mîrateyeke mezin hildigire û wiha got:
“We di heyama derbasbûyî de îspat kir ku xwedî aqil û rêbertiya we ye, hûn wateya edaleta ku ji neheqiyê dernakeve û hêza ku naguhere zilmê baş fêm dikin.”
Qeredaxî got,
“Tevahiya umetê tevgerên we dişopîne, piştgirî dide hewldanên we yên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, û têdigihîje ku bermahiyên rejîma berê hîn jî hewl didin ku kaosê belav bikin û yekîtiyê têk bibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin