Yekîtiya Alimên Misilman banga berdana girtiyên li hemû welatan kir

27 March 2020 15:46 0 dîtin
Yekîtiya Alimên Misilman banga berdana girtiyên li hemû welatan kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê ku navenda wê li Doha ya Qeterê ye, ji ber belavbûna vîrusa koronayê bang li hikûmetên hemû welatan kir ku girtiyan berdin.

Di daxuyaniya Alimên Misilmanan de hat gotin, "Yekîtî ji hikûmetên hemû welatan re bang dike ku ji ber îhtimala belavbûna vîrusê mehkuman berde û zilm û neheqiya li ser ebdan ji holê rake.”

Herwiha hat xwestin ku hemû welat pabendî biryarên saziyên tenduristiyê bin û hevkariya hevdu bikin.