Serokê Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhanê êrîsa ser Hewlêrê sermezar kir

17 February 2021 20:48 0 dîtin
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhanê êrîsa ser Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhan Elî Qeredaxî, êrîşa şeva 15ê Sibatê ya moşekî bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de, şermezar kir û wekî êrîşeke terorîstî bi nav kir.

Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhanê Doktor Elî Qeredaxî bi daxuyaniyekê ragihand, ew êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê ku di encamê de kesek hat kuştin û hejmarek kesên sivîl birîndar bûne, êrîşeke terorîstî ye û li gorî şerîetê heram e û yek ji tawanên mezin in û li dinya û axterê cezaya wê heye.

Qeredaxî êrîş weke tawaneke terorîstî bi nav kir ku sazî û dezgehên giştî yên dikevin berjewendiyên giştî hatine armanckirin.

Êrîşa ser Hewlêrê komeke çekdar a bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” li xwe girtibû ku ew yek ji komên têkiliya wê bi Heşda Şeibî re heye ye.