Serokê Amerîka hatina Remezanê li misilmanên cîhanê pîroz kir!
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden hatina Remezanê li Mislimanên li Amerîkayê û seranserê cîhanê pîroz kir.
Biden di peyama xwe got, ewê ji ber pandemîya vîrusa korona îsal kombûn û pîrozbahî tune bin, lê dîsa jî komên Misilman bi hêvîya nû pêşwazîya meha Remezanê dikin.
Biden wiha axivî: “Amerîkîyên Misilman welatê me ji destpêka avabûna wê ve xurttir kirin. Ew wek Amerîka ya di avabûna wê de alîkarî kirine li ser xwe ne û bi rengên cuda ne.”
Joe Biden dîyar kir ku Misilman di têkoşîna dijî vîrusa korona de rêberîyê dikin, di çêkirina derziyê de roleke pêşeng dilizîn û karmendên wan yên tenduristiyê di têkoşînê de li rêzên pêşî ne.
Serokê Amerîka bibîr xist ku dîsa jî Misilmanên Amerîkî rastî zordestî û kiryarên nefretê tên û got, divê ew bi dawî bibin û li welêt herkes bêtirs bawerîya xwe bijî.
Joe Biden dawî da zanîn, çalakîyên Remezanê yên Koşka Spî wê îsal bi awayekî online li dar bikevin û ew hêvî dikin ku di sala bê de ew vê mehê rûbirû pîroz bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin