Serok Barzanî hatina Remezanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

23 April 2020 20:13 0 dîtin
Serok Barzanî hatina Remezanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir ku tê de meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

بسم الله الرحمن الرحيم
(شهر رمضان الذي انزل فيه القرآن هدى للناس وبينات من الهدى و الفرقان)
- صدق الله العظيم-

Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Hêvîdarim hatina meha Remezanê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê bibê cihê xêr û xweşiyê û dawî hatina nexweşiyan û asayîbûna jiyanê, her wiha ji bo hemû mirovayetiyê bibe dawî hatina teror û tundrewî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê.

Mesûd Barzanî
30 Şaban 1441 Koçî
23.04.2020 Zayînî