Serok Barzanî bi peyamekê hatina meha Remezanê pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û hatina Remezanê li xelkê misilman ê Herêma Kurdistanê, Iraqê û cihanê pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Nîsanê bi minasebeta hatina meha Remezanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya bi zimanê îngilîzî parve kiriye de, ji Xwedayê mezin daxwaz dike ev remezan tenduristî xweşî û serkeftinê bi xwe re bîne.
Serok Barzanî wiha got: "Pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistanê û Iraqê û seranserî cîhanê dikim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev Remezan tenduristî xweşî û serkeftinê bi xwe re bîne."
I extend my heartfelt wishes to the Muslims of Kurdistan, Iraq, and the entirety of the world, praying to His Almighty that this Ramadan will bring health, joy, and prosperity to all.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 12, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin