Serokê Amerîkayê bi ayetên Qur'anê Cejna Remezanê pîroz kir

02 May 2022 12:56 0 dîtin
Serokê Amerîkayê bi ayetên Qur'anê Cejna Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û di peyama xwe ya cejnê de ayetên Qur'anê jî parve kir.

Li gor zanyariyan Biden wê li Koşka Spî bi çalakiyekê mazûvaniya pîrozbahiya cejnê bike û pêşwaziya rayedarên Misliman ên Amerîkayê bike.

Joe Biden di peyama xwe de, Cejna Remezanê him li Mislimanên Amerîkayê him jî yên li cihên cuda yên cîhanê dijîn pîroz kir.

Joe Biden diyar kir: “Ez û hevjîna xwe Jill, cejnê him li Mislimanên Amerîkayê him jî yên li cihên cuda yên cîhanê dijîn pîroz dikin.”

Herwiha Biden da zanîn, di cejnê de ew ji bo penaberên ku ji cih û warên xwe bûne û malbatên ji hev ketî yên li deverên cuda yên cîhanê dua dikin.

Biden eşkere kir ku di Qur'anê de tê gotin, “ji mirovan tê xwestin ji bo edaletê rabin ser pêyan” û “civak ji hev cuda hatine afirandin da ku hev nas bikin” û destnîşan kir ku azadiya baweriyê ne tenê ji bo Amerîkayê ji bo hemû welatan girîng e.

Herî dawî Biden diyar kir, kevneşopiya lidarxistina ahenga Cejna Remezanê li Koşka Spî di vê cejnê de vedigere û wê roja Duşemê cejna Remezanê were pîrozkirin. Hat ragihandin ku wê serekên raya giştî yên Mislimanên Amerîkayê beşdarî pîrozbahiyê bibin.