Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozkirina cejna Remezanê da
PeyamaKurd – Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê peyama pîrozbahiya cejna Remezanê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Ez bi germî cejna Remezanê ya misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Bi taybetî cejna malbatên şehîdên serbilind pîroz dikim. Bila cejn bo herkesî başî, xweşî û bexteweriyê bîne.
Di cejnên bê de bila cejnên Remezanê bi hûzûr, di şert û mercên baştir de bên pîrozkirin, bila bi xwe re aştî, pêkvejiyan û xweşbîniyê bîne.”
Barzanî bang kir ku herkes cejnê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bike derfetekî destpêkê û temamên arîşeyan bi zanîn û bi berpirsî bi hevre çareser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin