Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Yekîtiya Alimên Kurdistanê re civiya

08 June 2021 23:37 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Yekîtiya Alimên Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta Yekîtiya Alimên Kurdistanê re civiya. Barzanî di civînê de got ku alimên olî di nav civakê de xwediyê roleka mezinin û dikarin aştiya civakê xwurt bikin û şiddeta nav civakê kêm bikin.

Di hevdîtina ku wezîrê Weqfê û Serokê Karên Olî amade bû, behsa girîngiya rola Yekîtiya Alimên Kurdistanê di çanda pêkvejiyanê de, di mijarên yekîtî, hevqebûlkirina ol û pêkhateyên etnîkî de û rola wan di yekîtiya zanîna netewî de hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera terefên Herêma Kurdistanê de, bi xebatên xwe yên bo yekîtiyê û bi sedema desteka di wexta nivîsandina destûra bingehîn de, bo heyeta Yekîtiya Alimên Kurdistanê, di xebatên wan de serkeftinê xwest.

Di hevdîtinê de hat gotin ku di nivîsandina destûrê de weka çavkaniyekî nivîskî, divê ola Îslamê bidin ber çav û li ser bingeha hemwelatîbûnê, divê bo olên din û serbestiyên din rêz bêgirtin û ol nebe mijara siyasetê.

Barzanî ragihand ku civaka Kurdistanê civakekî oliye û alimên olî tê de xwediyê bandoreka mezinin. Alim dikarin bingeha civakî û aştiya civakê xwurt bikin, rolaka ku şiddetê qebûl nekin bileyîzin

Di civînê de behsa koordînasyona navbera wezareta Ewqaf û Serokatiya Karên Olî û Yekîtiya Alimên Kurdistanê de koordinasyon û hevkarî hebe, li ser rewşa aliman, babeta xutbeyan û perwerdeya olî ya li Kurdistanê rawestiyan.