Ahmet Turk: Di serdana duyemîn an sêyemîn de dibe ku banga devjiberdana çekan were
PeyamaKurd – Ji Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Ahmet Turk got, “Dibe ku di serdana duyemîn an jî ya sêyemîn a bo Îmraliyê de banga danîna çekan were kirin.”
Ahmet Turkê ku ji qeyûm tayînî şûna wî ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin û di heyeta Îmraliyê de cih girt, got, “Di encama van hevdîtinên bo Îmraliyê de dibe ku cara duyemîn û sêyemîn banga danîna çekan bê kirin.”
Ahmet Turk ji Rojnameya tirk a bi navê Nefesê bi Aytunç Erkin re axivî. Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê hevdîtinê de wiha got: “Hevdîtineke baş bû. Ya rast mirov difikire ku mijarek amade ye û tê axaftin. Ev ne wisa ye. Ev destpêk e. Hemû civak ji me re lazim e gelê tirk jî bi salan êş kişand.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin