Gelo wê Ahmet Turk careke din bi çi rûyî serdana Basûr bike?

25 April 2022 20:45 0 dîtin
Gelo wê Ahmet Turk careke din bi çi rûyî serdana Basûr bike?

PeyamaKurd – Di demeke ku karvedanên operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser PKKê li nav Herêma Kurdistanê berdewam dike de, piştî dezenformasyon û propagandaya reşkirinê û êrîşkariya dijî PDKê siyasetmedarên Bakur jî tevlî wê karwanê bûn.

Bi berdewamî daxuyaniyên bêbingeh ên derveyî ehlaqê siyasî, mirovî û netewî ji aliyê rêveber û alîgirên PKKê ve li dijî PDKê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê têne belav kirin.

Ew daxuyanîyên dijatiyê ji ser HDPê û kesayetên xwe wekî ‘Kurdên Çepgir’ bi nav dikin jî  berdewam dikin û bi taybet jî hedefa wan malbata Barzaniyan e.

Di demeke ku Herêma Kurdistanê derketiye qada navdewletî û bazarên derxistina enerjiya Kurdistanê dike de, asayî ye ku welatên mezin nexwazin gef li ser wê bazara wan hebin. Helbet PKK jî bi hatina dewlemendiya Kurdistanê re, asayîye ku nexwaze ‘împeratoriya xwe ya tirsê’ ji dest bide.

**

Em werin ser danûstandinên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê;

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend roj berê serdana Brîtanyayê kir û hejmarek hevdîtin û civînên girîng ên dîplomatîk ligel berpirsên Brîtanyayê pêk anîn.

Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê li cîhanê vebe û di nexşeya enerjiya dinyayê de bibe xwedî gotin, firsendeke gelekî baş e.

Gelo çima piştî ewqas zilm û xwînrijandinê destkeftiyên Kurdan jî çênebin? Ma ev jî dibe mijara nîqaşê?

PKK û duvikên wê yên medya çepên Tirk, hewl didin hevdîtinên Barzanî wekî xiyanet ji Raya Giştî ya Kurd re nîşan bidin û ev jî ne karê aqilan e.

**

Em ji bo daxuyaniya Ahmet Turk a dûrî ehlaqî siyasî çi bêjin?

Ahmet Turk, barê operasyonên Tirkiyê dixe ser PDKê û bang dike, “Divê em li her derê li dijî xîyanetê derkevin.”

Ev daxuyaniyên Ahmet Turk, dûrî aqil û ehlaqê siyasî ne ku gotineke din jî jê re nabe.

Gelo Ahmet Turk ji operasyonên Tirkiyê PDKê berpirs digire, ji operasyonên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê kî berpirs digire? Pêwîste bersiva vê jî bide.

Gelo ew daxuyaniyên Turk nîşaneya hiqûqeke wî veşarî ya bi PKKê re ye, yan jî gefeke em nizanin e? Yan jî ew daxuyanî ji neçariya gotinên aliyê PKKê yên derbarê Ahmet Turk de hatiye dayîn ku digotin, “Me ewqas deynîn qûmara Ahmet Turk dane ku heta dawiya emrê xwe jî nikare wî deynî bide.”

Ew Ahmet Turkê ku dema serdana xwe ya Hewlêrê gazinên PKKê dikir û digot, ‘Di bedena me de cihekî birîn nekirine nema ye” niha jî beşdarî kampanyayên reşkirina PDKê dibe.

Hebûna PKKê êdî li herêmê gefek e ku kesên mijûlî siyasetê ne vê dizanin, lê hê jî nediyar e bê bi çi sedemê hê jî Ahmet Turk di wê rêçê de dimeşe.

Hûn bivên nevên wê PDK li gorî burokrasî û pergala dewletbûnê tevbigere û bi serdan, hevdîtin û danûstandinên xwe jî vê nîşanî raya giştî ya cîhanê bide.

Me xwest em xwe bigihînin Ahmet Turk, lê nexwest ji me re derbarê wan daxuyaniyên xwe de biaxive.

Li gorî Ahmet Turk, PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber pêwendiyên dîplomatîk ên ligel Tirkiyê dibin îxanetcî, lê HDP ya li ser bingeha Tirkyecîtiyê siyasetê dike ku bixwe jî di nav siyaseta Tirk de kal bûye pir û pak in.

Ahmet Turk bi gotinên xwe yên dûrî aqil, mentiq û ehlaqê siyasî neku PDK û Barzaniyan, tenê xwe biçûk xist û xwe avêt nav wê propagandaya bêbingeh ya PKKê û medyayê wê ku bi zanebûn ligel konseptekê tê meşandin.

Wê Ahmet Turk û kesayetên wekî wî ku niha bûne duvikê vê propagandaya qirêj; dema rewş aram bû bi çi rûyî dîsa berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û bi rêveber û deshilatdariya Kurdistanê re wekî ku tiştek nekiribin û negotibin rûnin?

Bersiva vê pirsê jî heke hinek fedîbûn mabe bi wan re bila ew bidin…