Serokê CHPê serdana Ahmet Turk kir
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, serdana endamê DEMê Ahmet Turk ê ku ji bo 3 serdeman Seroktiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir, lê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, piştî demeke dirêj tedawî didît kir û şîfa xêrê jê re xwest.
Ozgur Ozel, Ahmet Turkê ku di serdemên 15 û 16an de wek parlementerê CHPê, di heyamên 18 û 19an de wekîlê SHPê, di heyamên 23 û 24an de wekîlê DTPê û ji bo 3 dewreyan jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat hilbijartin, piştî tedawiya wî demekê çû serdana Ahmet Turk û jê re şifa xêrê xwest.
Di civînê de Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû bi Serokê Giştî yê CHPê Ozel re bû û Parlamenterê DEMê yê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê TBMMê Sirri Sureyya Onder jî amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin