Ji Parlamentarên CHPê serdana pistgiriyê bo Ahmet Turk

25 August 2019 19:11 0 dîtin
Ji Parlamentarên CHPê serdana pistgiriyê bo Ahmet Turk

PeyamaKurd - Parlamenterên CHPê Îlhan Cîhaner û Alî Şeker serdana Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn kirin.

Parlamenterên CHPê dane xuyakirin ku ew bi mebesta hevkariya bi Ahmet Turk re bikin çûne serdana wî li Mêrdînê.

Ahmet Turk kêfxweşiya xwe li hemberî vê serdana parlamenterên CHPê anî ziman û spasiyên xwe pêşkêşî wan kirin.

Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, 19ê vê mehê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan parêzgarên wan bajaran weke qeyûm hatin danîn.