Serokê Tevgera Sadr, fermanekî nûh da terefdarên xwe
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr ya Şîa Muqteda es-Sadr ferman da ku mîlîsên Seraya es-Selam baregehên xwe vala bikin û li ciyên ku kêm xelk lê dijî bicîh bibin. Sadr xwest ku posterên wî û bavên wî bicivînin, ala Iraqê li ciyê bilind deynin û ala Îmam Mehdî daleqînin.
Van kiryaran di wexta munaqeşeyên ku li ser îhtîmala Îsraîl êrîşê ser mîlîsên Şia yên Iraqê bikin de çêbûn. Di fermana Muqteda es-Sadr ya nivîskî de hat gotin:
“Di nav 40 rojan de baregehên îdarî û leşkerî yên Seraya es-Selam li ciyê ku nûfûsa xelkê kême, bicîh bikin. Lê baregehên li Samarayê ne di nav wan de ne.”
Sadr got ku posterên wî û yên bavê wî di nav 3 rojan de ji cephên derve yên avahiyên wan divê deynin lê destê xwe nedin posterên di nav baregehan û kolanan de.
Biryara Sadr, ket wexta ku Îsraîlê digot wê bersiva Iraqê bide, ji ber ji Iraqê hinek grûbên bi ser Îranê bi fuzeyan li Îsraîlê xistibûn.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di mijarê de gotibû ku wê îznê nedin ti kesî ku ji axa Iraqê êrîşê welatên cîran bikin an axa Iraqê ji bo êrîşan ji xwe re bikarbînin.
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn jî ragihandibû ku ji Îsraîlê di rêyekî dinê de (indirekt) ji wan re tehdîd hatiye lê ev nayê vateya ku şerekî derê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin