Tevgera Sadr: Divê 1 mîlyon kes li Bexdayê xwepêsandanê bike
PeyamaKurd – Li ser navê Tevgera sadr Salih Muhammed el-Iraqî di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyama serokê tevgerê Muqteda Es- Sadr belav kir. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku xwepêşandêr bûne 2 beş û bê ku ferq bixe navberê, bangî jin, zarok, gênc û pîran kir ku Iraqê ji gendeliyê, zilmê, mîlîs û partiyên desthilat rizgar bikin.
Di bangê de hat xwestin ku ji temamê deverên Iraqê herin Herêma Kesk ya Bexdayê û destekê bidin reforma tevgerê. Di daxwuyaniyê de her weha hat gotin ku Iraq, welatê îslah û reformê ye, ne welatê gendeliyê û bertîlxwura ye.
Tevgera Sadr dixwaze ku parlementoyê fesh bikin û hilbijartinên pêşwext bênkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin