Wê hêzên Amerîka û Tirkiyê perwerdeya hevpar a asmanî bikin

15 April 2024 18:00 0 dîtin
Wê hêzên Amerîka û Tirkiyê perwerdeya hevpar a asmanî bikin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku wê bi balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) perwerdeya hevpar a hêzên asmanî bê kirin.

MSBê daye xuyakirin ku wê perwerdeya asmanî ya hevpar di navbera rojên 15-17ê Nîsanê de bi balafirên amerîkî li qada asmanî ya Tirkiyê bê kirin.

Herwiha MSBê daye zanîn ku ti pêwendiya perwerdeya asmanî ya hevpar bi geşedanên herêmî yên vê dawiyê re nîne.