Rejîma Sûriyê: Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê vekisin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar kir: “Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê, ji Sûriyê vekişin.”
Feysel Miqdad da zanîn, Sûriye dest ji perçeyeke axa xwe bernade û pêdagir e ku li ser hemû axa welat terorê bidawî bîne.
Miqdad ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz dike, pêwendiyên xwe yên ligel Amerîkayê bidawî bike.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê, gilî û gazin ji welatên rojavayê cîhanê kir û eşkere kir, ji bo birçîkirina gelê Sûriyê dixebitin û dorpêça aborî weke çekek li dijî Sûriyê bi kar tînin.
Feysel Miqdad destnîşan kir, ji ber qurbanîdana gelê wan, helwesta navdewletî derbarê Sûriyê de guheriye.
Herwiha diyar kir, şerê terorê berdewam dike û HSD kirêgirtî ya Amerîkayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin