Di nav hêzên rejîma Sûriyê yên li Rojava Kurdistanê de alozî derket
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku beşek jê di bin kontrola Şamê de ye, di navbera du hêzên girêdayî rejîma Sûriyê de alozî derket.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji Hesekê, di navbera koma bi navê Dîfa El Wetenî de parçebûn çêbûye û leşkerên hêzên rejîmê jî 4 xalên Dîfa El Wetenî û navendeke ′Hêzên Hecanê′ xistin kontrola xwe.
Hatiye diyarkirin ku ji 2 rojan ve li herêma çargoşeya ewlehiyê rewşeke awarte heye û agahî hene ku di nava çekdarên Dîfa El Wetenî de parçebûn çêbûye û mala fermandarekî wan bi navê Ebdulqadir Hemo hatiye dorpêçkirin.
Herwiha li gorî zanyariyan, Ebdulqadir Hemo şeva borî stêrek di bin erdê de teqand da ku dorpêça li ser mala xwe bi dawî bike, lê dorpêç û aloziya navbera wan hêzan hê jî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin