Asayîsa Rojavayê Kurdistanê dorpêça ser hêzên rejîma Sûriyê rakir
PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Rojavayê Kurdistanê, dorpêça li ser hêzên rejîma Sûriyê li Hesekê û Qamişloyê rakir ku li gorî rêkeftinê divê hêzên rejîmê jî dorpêça ser Şehbayê rakin.
Herwiha hat ragihandin ku wê Rûsya rola navbeynkariyê bibîne di navbera hêzên Asayîşê û rejîma Sûriyê de û çavdêriya rêkeftinê bike.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji bo dema çend rojan alozî di navbera hêzên wan û yên rejîma Sûriyê de li Hesekê û Qamişlo derketiye ku armanc jê têkdana ewlehiya li wan her du bajaran bû.
Asayşê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ew kar li ser bidawîanîna wê rewşa aloz dikin û ji ber vê yekê jî wan rê da ku rewş vegere mîna berê û tevahiya tiştên xwarinê û derman û kerestên sotemeniyê derbasî navçeyên hikumetê bibin.
Asayîşê diyar kir ku wan ev gav ji bo parastina yekparçeya axa Sûriyê û ji bo rêgirtina li ber rijandan xwîna Sûriyan avêtiye.
Ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê herêma Şehbayê û taxên kurdan li Helebê xistine dorpêçê û rê nade xwarin û sotemenî derbasî wan deveran bibe, ev nêzîkî mhekê ye hêzên asayişê çargoşeya ewlehiyê (herêmên rêjîma Sûriyê) li Qamişlo û Hesekê xistine dorpêçê û fişarê li rêjîma Sûriyê dikin ji bo dorpêça li ser herêma Şehba û taxên kurdan li Helebê veke.
Çend roj berê jî alîgirên rêjîma Sûriyê li bajarê Hesekê derketibûn xwepêşandanan û alozî navbera endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî û endamên Asayişê de derketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin