Hêzên Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya leskerî gerandin

17 June 2022 17:14 0 dîtin
Hêzên Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya leskerî gerandin

PeyamaKurd – Hêzên Rûsya û Tirkiyê li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ku hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye, dewriya leşkerî gerandin.

Hat ragihandin ku dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê ji gundê Şîrik destpê kir û gera xwe li gundê Şêx Mensûr bi dawî anî.

Hat diyarkirin ku di dewriyeya ku doh 16ê Hezîranê birêve çûye de, ji herdu aliyan 16 wesayiyên zirxî beşdarî kirine. Dewriye ji gundê Şîrikê dest pê kiriye, di gundên Dellîkê, Melek, Ebbas, Aliye û Dehir el-Ereb re derbas bûye gihîştiye rêbenda Kisra li gundewarê Zirganê.

Di vegerê de jî hêzên hevbeş di gundên Talik, Tibiş, Berkevirê, Quneytre re derbas bûn û herî dawî li gundê Şêx Mensûr dawî li dewriyeyê anîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dewriyeyên leşkerî yên Rûs-Tirk ji sala 2019an ve piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê di çarçoveya agirbest û rêkeftina Soçiyê têne kirin ku mebest çavdêrîkirina hêzên HSDê ye.