Hêzên Asayîsa Rojavayê Silêmaniyê 2 çekdarên DAISê kustin
PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê li sînorê nahiyeya Sengawê 2 çekdarên DAIŞê kuştin.
Li gor do Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Di encama şer û pevçûna li gel hêzên me ya li navçeya Kiçan a Sengawê de, 2 çekdarên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.”
Herwiha Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê eşkere kir, di dema dorpêçkirina wan terorîstan de, şer û pevçûn derketiye û piştî nîv saetê şer û pevçûnê 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Di berdewamiyê de hat ragihandin, berê zanyariyên bi hûrgilî derbarê wan çekdaran de hebûye û ew xistine bin çavdêriya hûr û piştî rizamendiya birêz dadwer operasyon dane destpêkirin.
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê diyar kir, tu ziyaneke hêzên ewlehiya wan tune.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin