Çekdarên esîreke Dêrazorê bombe bi hêzên HTSê de teqand: 3 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarê rojihilatê Dêrazorê di encama êrîşeke bombeyî de 3 endamên dezgeha ewlehiya giştî ya rêveberiya HTŞê birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Bû Kemal ê rojhilatê Dêrazorê 3 endamên hêzên ewlehiya giştî ya rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di êrîşekê de birîndar bûn.
SOHRê daye zanîn, êrîş dema dewriyeya hêzên ewlehiya giştî ya rêveberiya HTŞê derbas dibû pêk hatiye.
Li gorî SOHRê, êrîş bi bombeyeke destan ji aliyê çekdarên eşîra El Cefafiye ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin