Çekdarên opozisyona Sûriyê li sînorê Urdinê hêzên xwe zêde dikin

15 December 2024 14:04 0 dîtin
Çekdarên opozisyona Sûriyê li sînorê Urdinê hêzên xwe zêde dikin

PeyamaKurd – Komên çekdarên opozisyan Sûriyê ku li Şamê hatine ser deshilatê, hêzên xwe yên li sînorê Urdinê zêde dikin.

Dîmenên karwanên komên çekdar ên ji ser Şamê ve ber bi sînorê Urdinê ve diçin Derayê hatin tomarkirin.

Li gorî çavkaniyan komên girêdayî HTŞê hêzên xwe yên li sînorên Urdinê xurt dikin.

Leşkerekî çekdaran di dîmenan de dibêje, êdî me Rûsya û Îran rûxand, gel azad bûye, şer bidawî bû û wê heta mehekê Sûriye vegere rojên xwe yên berê.