Çekdarên opozisyona Sûriyê stranbêjekî Kurd girtin
PeyamaKurd – Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, li Serê Kaniyê stranbêjekî Kurd girtin û daxwaza fidyeyê ji malbata wî dikin.
Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir, çekdarên koma bi navê “Ehrar Elşerqiye” bi fermandariya çekdarê bi navê “Ehmed Ihsan Feyyad Elhayis” ku bi “Ebû Hatim Şeqra” naskirî ye, stranbêje Kurd Ferhad Elî li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê girtiye.
Heman zanyarî eşkere dikin, çekdarên wê komê, pêwendî bi kesûkarên hunermendê girtî re kiriye û li beramber ku wî berdin, daxwaza pereyên gelek ji wan kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çekdarên ser bi Tirkiyê ji 09ê Cotmeha 2019yan ve li navçeya Serê Kaniyê û Girê Spiyê welatiyên sivîl digirin û piraniya caran ji bo berdana wan daxwaza fidyeyê ji kesûkarên wan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin