Artêsa Sûriyê li Çiyayê Kurdan çekdarên bi ser Tirkiyê ve bi tundî topbaran dike

22 December 2020 18:35 0 dîtin
Artêsa Sûriyê li Çiyayê Kurdan çekdarên bi ser Tirkiyê ve bi tundî topbaran dike

PeyamaKurd - Hêzên girêdayî artêşa Sûriyê ya rejîma Beşar Esed, ji doh 21ê Kanûnê ve, bingehên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Çiyayê Kurdan bi tundî topbaran dike.

Hat diyarkirin ku topbarana hêzên rejîmê li çeperên Kibanê yên Çiyayê Kurdan ku dikeve bakurê parêzgeha Laziqiyê pêk hatiye.

Hêzên Sûriyê herwiha komên çekdar ên li Deşta Xabê ku dikeve bakurê rojavayê Hemayê û bajarokên Kinisferre û Sifohin li navçeya Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê jî da ber topan.

Komên çekdar jî bingehên hêzên rejîmê li çeperên bajarokê Kefrunbul û gundê Hizarîn ên li başûrê Idlibê kirin armnc.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji sibeha 21ê Kanûnê vê hêzên rejîmê navçeyên Kinisferre, Sifohin, Filêfil, Bînîn û Bare li başûrê Idlibê bi awaykî tund dide ber moşekan.