Pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji aliyê artêsa Sûriyê ve hatin topbarankirin

29 October 2021 13:28 0 dîtin
Pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji aliyê artêsa Sûriyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê, li Ezazê pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, hêzên artêşa hikûmeta Sûriyê, roja Pêncşemê ji gundê Kefer Kefen li gundewarê Helebê ve, pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kifir Xaşi li gundewarê bajarokê Ezazê topbaran kirine.

Li gor çavkaniyan dan zanîn, di derbarê encam an zerarên wê êrîşê de tu zanyarî nehatiye belavkirin.

Ezaz ku dikeve bakurê Helebê û ser sînorê Tirkiyê, di kontrola komên çekdarên opozisyona Sûrî de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Herwiha artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, her du gundên Eyn Diqne û Bîlûniye li herêma Şehbayê topbaran kirin û li gor çavkaniyên xwecihî û medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, bi dehan top li her du gundan ketine xwarê.

Hinek çavkaniyên din jî belav kirine ku li her du navçeyên Kifir Kilbîn û Gilcibrîn li gundewarê bakurê Helebê, şer di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û Hêzên Sûriya Demokratîk de derketiye.