Gundên Til Temirê ji aliyê artêsa Tirkiyê û komên çekdar ve hatin topankirin

10 November 2022 12:59 0 dîtin
Gundên Til Temirê ji aliyê artêsa Tirkiyê û komên çekdar ve hatin topankirin

PeyamaKurd – Gundên Til Temirê do ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hatin topankirin û di encamê de welatiyek birîndar bûye.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, şeva borî gundên Tewîla, Til Tewîl, Til Cuma, rojavayê Tel Temer, Derdara, El-Ebûş, Mesleta, gundê Şêx Elî, gundê Tel Şenan ê Aşûrî, Xirbet El-Şeîr, Til El-Ward, Um El-Kêf, Kozliyê, Qebor Qeracinê, başûrê navçeya Ebû Rasîn, El- Bûbî û gundê El-Himêra topbaran kirin.

Herwiha eşkere kir, di encama topbarana gundê El-Himêra de welatiyekî 65 salî birîndar bû û ziyanên madî gihîştin hejmarek xanî, mal û milkên welatiyan.

Di berdewamiyê de Rewangehê destnîşan kir, topxaneya Tirkiyê navenda fermandariya hêzên “Parêzvanên Sînor” a rêjîma Sûriyê li gundê Ereb Xan kir armanc û ew navend wêran kir.