Çend gundên herêma Efrînê ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

14 November 2020 16:01 0 dîtin
Çend gundên herêma Efrînê ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê çend gundên herêma Efrînê topbaran kir.

Li gor zanyariyan, topxaneya Tirkiyê gundên Merhenaz, Malikiyê û Şewarxe li nevçeya Şêrawa yên ser bi herêma Efrînê ve ne, topbaran kirin.

Her sê gundên navborî ku li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê dikevin di bin destê hêzên Kurdî ne û car bi car rastî topbaranên hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê tên.

Heta niha tu zanyarî di derbarê encamên topbarankirina wan gundan ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve nehatine zanîn.

Ji herêma Efrînê, tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.