Çend gundên din li navçeyên Sera û Bilbilê ji aliyê HTSê ve hatin kontrolkirin
PeyamaKurd – Çend gundên din li navçeyên Şera û Bilbilê yên li herêma Efrînê, ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam (Nusra berê) hatin kontrolkirin.
Li gor zanyariyan, do danê êvarê şer û pevçûn li gundên navçeyên Şera û Bilbilê berdewam bûn û di encamê de Teyet Tehrîr El-Şam gundên Qitmê, Dîkmedaş û nahiya Bilbilê kontrol kirin.
Herwiha hjat zanîn, topek li traktorekê ket ku hejmarek karkerên çinîna zeytûnan hilgirtibû û ji ber rewşa şer, tu kes nikarî bi hawara wan ve biçûya û nayê zanîn çend kes bûne qurbanî.
Hêjayî gotinê ye, do çekdarên Tehrîr El-Şamê navenda nahiya Şera û gundê Kefer Cenê, Qitmê û hejmarek gundên din li wê navçeyê ji destê Feyleqa Sêyem kontrol kiribûn.
Heyet Tehrîr El-Şam ji roja 12ê Cotmeha 2022an ve ji bo piştevaniya koma Sultan Silêman Şah “Emşat” û koma Hemzat derbasî herêma Efrînê bû û koma Feyleqa Sêyem neçar kir ku ber bi Ezazê ve vekişe. Heyet Tehrîr El-Şam jî navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontor kirin û niha berê xwe daya navçeyên Bilbilê û Raco.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin