Li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
PeyamaKurd – Li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde dibistan hatin girtin.
Li gor Qaymeqamiya navçeya Pulur a ser bi parêzgeha Dêrsimê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji ber barîna berfa zêde û ji ber rewşa neyînî û qeşaya zêde, li navçeya me roja Înê ya 14ê Çileyê navber ji bo perwerdehiyê hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Qersê jî, ji ber berfa li navend û navçeyên parêzgehê û ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê, li dibistanên seretayî û navendî, îro ji bo perwerdehiyê bêhnvedan hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin