Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girin

21 January 2022 13:28 0 dîtin
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girin

PeyamaKurd Li parêzgehên Sêrt, Şirnex, Gumgum, Wan, Mêrdîn, Xarpêt, Meletî, Çewlîg, Semsûr, Dîlok, Riha û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde, rojekê dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî li 20 parêzgehan ji ber berfa zêde û mercên nerênî yên keşûhewayê, îro 21ê Çileyê, dibistan hatin girtin.

Herwiha fermanberên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet ên wan parêzgehan jî wê îro betlanê bikin.

Li gel 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li 8 parêzgehên Tirkiyê Çankiri, Artvin, Rize, Gumuşhane, Bolu, Ordu, Giresun û Karabuk jî dibistan bi heman hincetê rojekê hatin girtin.