Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

22 March 2024 14:04 0 dîtin
Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

PeyamaKurd - Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Bedlîs, Şirnex, Wan û Sêwazê, ji ber rewşa seqayê ya dijwar dibistan hatin girtin.

Li navçeyên bajarê Şernexê yên Bêşebab, Qileban û Cizirê dibistan ji bo rojekê hatin girtin. Ev piryar piştî ku şeva borî li Cizîrê lehî rabû û xesar gihişt gelek xanî û otomobêlan hate dayîn.

Herhiwa li Bêşebabê jî ji ber berf û pûkê û li Qilebanê jî ji ber barana zêde wê dibistan ji bo rojekê girtî bimînin.

Li parêzgeha Bedlîsê û li navçeya Ezbiderê ya Sêwazê jî ji ber heman sedeman wê dibistan ji bo rojekê girtî bin.

Li gel van navçeyan li navçeya Parêzgeha Wanê ya Miksê jî, ji ber barîna berfê wê dibistanên gundan ên ku xwendekar bi serwîsan diçin û tên girtî bin.