Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rojnameger, hunermend û siyasetmedar hatin desteserkirin

25 April 2023 10:00 0 dîtin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rojnameger, hunermend û siyasetmedar hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) diyar kir, li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn û Rihayê li gelek bajaran rojnameger, hunermend û siyasetmedar hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya li ser hesabê Twîtterê yê OHDyê de wiha hat gotin:

“Di çarçoveya lêpirsîna ku li Diyarbekirê hat kirin de îro danê sibê bi ser gelek malên endamên me de girtin û hatin desteserkirin. Lêgerînên li avahiya komeleya me berdewam dikin. Em li hemberî operasyona siyasî ya ku di pêvajoya hilbijartinê de li dijî komeleya me û endamên me tê kirin, bêdeng namînin!

Di çarçoveya heman dosyayê de hat ragihandin, rojnameger, hunermend, siyasetmedar û welatiyên ji Diyarbekir, Batman û Rihayê tevî endamên me hatine desteserkirin. Em ê li hemberî operasyona siyasî ya li dijî komeleya me û saziyên din ên demokratîk bêdeng nemînin.”

Hat parvekirin ku hevdîtina bi parêzeran re 24 saetan hatiye astengkirin.

Li aliyê din li gorî nûçeya MAyê, girtine ser mala xwediyê ajansê Ferhat Çelîk, yek ji edîtorê ajansê Abdurrahman Gok, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin û Kadrî Esen ê ku tawîzkarê rojnameya Xwebûnê ye jî.