Ji Meteorolojiyê hisyarî: Li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Meteoroloji ya Tirkiyê ragihand ku îro Yekşemê li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê berfbarîn dest pê dike û hişyariya ketina aşitan hate dayîn.
Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê yên Sêwas, Erzingan, Erzirom, Dêrsim, Xarpêt, Çewlig, Mûş, Erdexan, Agirî, Qers û Meletîyê îro barîna berfê dest pê dike.
Meteorolojiyê ji bo welatiyan hişyariya girtina rêyan ji ber mij, moran, qeşa û aşitan da û xwest kesên derkevin rêyan bi tedbîr tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin