Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê berfbarîn dest pê bike

05 January 2025 12:00 0 dîtin
Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê berfbarîn dest pê bike

PeyamaKurd - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (Meteoroloji) ragihand ku li gorî texmînan 6 ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê wê li 8 bajaran berf û baran û li 13 bajaran jî baran bibare.

Meteorolojiyê daye xuyakirin, îro li bajarên Diyarbekir, Qers, Meletî, Erzirom, Meletî û Wanê berf û baran dest pê dike û li Riha û Dîlokê baran dibare.

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê li hin herêmên Tirkiyeyê  pileya germê 3 heta 5 pile kêm dibe.

Herwiha Meteorolojiyê hişyarî da ku li cihên bilind îhtimala ketina aşîtê heye û divê saziyên pêwendîdar tedbîrên pêwîst wergirin.

Hate diyarkirin ku ji roja duşemê pê ve hewaya germ a ji Cezayirê tê û bandorê li seranserê Tirkiyeyê dike ku pileya germê 6 heta 7 zêde dibe.