Li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê dike

08 January 2023 13:04 0 dîtin
Li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê dike

PeyamaKurd – Saziya Meteorolojî ya Keşnasiyê ragihand ku wê li seranserê Tirkiyeyê pileya germê vegera rewşa asayî ya zivistanê û ji bo 16 bajarên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya barîna berfê da.

Li gorî pêşbîniyên heftane yên saziya keşnasiyê, wê ji 11ê Çileyê pê de bandora berfê li nav bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan bide.

Hat ragihandin ku li gorî pêşbîniyan wê di nava hefteyê de, li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî; Agirî, Erdexan, Çewlig, Batman, Bedlîs, Xarpêt, Ezirgan, Erzirom, Colemêrg, Îdir, Qers, Meletî, Mûş, Sêwas, Dêrsim û Wanê berf bibare.