Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê 69 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir û Wanê, bi hênceta ku wê di salvegera girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan de çalakiyan bikin, biryara desteserkirinê di derbarê hejmarek kesan de dan û di encama operasyonan de, li Diyarbekir, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê 69 kes hatin destserkirin .
Li gor zanyariyan, li Diyarbekir û Mêrdînê 27 kes, bi hênceta ku gilî hatiye kirin wê di salvegera girtin û anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de çalakî bikin, hatine desteserkirin û hin kesên ku giliyê wan hatiye kirin jî li navnîşanên diyarkirî nehatine peydakirin.
Herwiha Serdozgeriya Wanê jî li 3 bajaran bi hinceta ku propagandaya rêxistina terorî kirine û piştgiriya rêxistinên terorî dikin, operasyon li dar xistin û di encama wan operasyonan de jî li Colemêrgê 12, li Wanê jî 30 kes hatine desteserkirin.
Zanyarî eşkere dikin, di nav kesên hatine desteserkirin de, ji rêxistina Ciwanan a HDPê û TJAyê jî endam û rêvebir hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin