Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar rê hatin girtin

24 January 2024 21:40 0 dîtin
Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar rê hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber barîna berfê li çar bajarên bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar rêyên gundan hatin girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniyên şaredarî û rêveberiyên îdarî yên bajarên Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê, îro Çarşemê 24ê Çile ji ber berfê rêyên hezar û 36 gundan hatine girtin.

Li gorî zanyariyan, xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên şaredariyan ve berdewam dikin, lê eger heye ji ber ku 3 roj in barîna berf li wan herêman dewam dike, dibe rêyên hin deverên din jî bên girtin.

Hate ragihandin ku li Wanê rêyên 429 gundan, li Colemêrgê û navçeya wê Geverê rêyên 100 gundan, li Bedlîsê rêyên 266 gundan û li Mûşê rêyên 241 gundan hatine girtin. Herwiha ji bo wan herêmên berfa zêde dibare û nêzîkî çiyayan e, hişyariya aşîtê jî hate dayîn.