Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar rê hatin girtin û li 4 deveran jî bûyerên asîtê çêbûn
PeyamaKurd – Pêleke nû ya zivistanê û berfbarînê bandora xwe li bajarên Bakurê Kurdistanê dike ku di nav du sê rojên dawî de, rêyên zêdetirî hezar gundewaran hatine girtin û li hin deveran jî aşît hatin xwar.
Li bajarên Erzerom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê, li gorî zanyariyên şaredarî û parêzgariyên wan bajaran ji ber berf û pûkê rêyên 1018 gundan hatine girtin.
Li bajarê Erzerom û navçeyên wê rêyên 715 gundan, li Agirî rêyên 202 gundan, li Qersê 80, li Erdexanê 16 û li Îdirê jî rêyên 5 gundan ji ber berfê hatine girtin ku niha xebatên bo vekirina wan rêyan didomin.
Herwiha li bajarên Wanê navçeya Elbakê jî bûyerên hatina aşîtan rû dan ku li ser rêya gundên Xaşkan û Dirişkê li çar cihan aşît hatin xwar û rê hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin