Li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 3 hezar gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê zivistana sar bi hemû dijwariya xwe bandorê li ser jiyana xelkê dike ku ji ber barîna zêde ya berfê jî rêyên bi hezaran gund û niştîngehan heta niha hatine girtin.
Li gorî zanyariyên dawî heta niha li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 3026 gundan hatine girtin.
Li bajarên Erzerom, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzîngan û Dersîmê ji ber berf û pûkê rêya 1485 gund û navçeyan hatiye girtin.
Li Erzînganê 425, li Dêrsimê 287, li Agirî 48, li Erdexanê 9 û li Îdirê jî rêya 17 gundan û li cihên bilind ên Erzeromê jî rêya 699 gund û taxan hatiye girtin.
Li aliyê din li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs û Sêwasê yên Bakurê Kurdistanê jî rêyên 1541 gundan ji ber berfê hatine girtin ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.
Saziya Keşûhewayê hişyarî daye ku vê hefteyê jî wê bandora berfê û rewşa xirab a seqayê berdewam bike û ji welatiyan tê xwestin bi tedbîr tevbigerin û heta pêwîst neke ji malên xwe dernekevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin