Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 1028 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê bi qasî 1028 niştîngeh ji ber berfbarînê û rewşa xirab a hewayê ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajêr Mezin a Wanê, ji ber rewşa nexweş a heqayê niha nikarin xwe bigihînin 345 taxên gundewaran ku xebatên bo vekirina rêyan dewam dikin.
Li navend û navçeyên bajarê Colemêrgê jî barîna berfê berdewam e û li gorî daxuyaniya Saziya Îdareya Taybet rêyên 176 gund û mezreyan hatine girtin.
Li Bedlîsê jî bi giştî rêyên 282 gund û taxan ji ber berfê hatine girtin ku bi 60 wesayîtan xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin.
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê jî bandora berfê dewam dike û li gorî zanyariyan rêyên 225 gundewaran hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin