Li du bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 183 gundan hatin girtin

24 January 2022 13:01 0 dîtin
Li du bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 183 gundan hatin girtin

PeyamaKurd Li Sêwasê ji ber berf û bagerê rêya 1008 gundan, li Dîlokê jî rêya175 gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Sêwasê, li tevahiya parêzgehê rêya 1008 gundan girtî ye.

Ji bo vekirina rêyên girtî, 136 personel bi 93 wesayîtan va xebatan dimeşînin.

Di vekirina rêyan da ekîb pêşaniyê didin rewşên wekî nexweşî, jidayikbûn û mirinê.

Herwiha li Dîlokê ji ber barîna berfê rêya 175 gundan girt.

Ji ber berfa ku ji 18ê Rêbendanê roja Sêşemê vir va binavber dibare, navenda bajêr spî bû.

Li navenda bajêr xebatên berfê didomin, li hin ciyan jî veguhestin bi zehmetî pêk tê.

Li bajêr rêya 175 gundan ji ber berfê hat girtin, ji bo ku otorê û rêbeja yên di navbera bajaran da neyên girtin.