Li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên bi dehan gundan hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarên Bakurê Kurdistanê bandora xirab a berfê û zivistanê berdewam dike.
Hat ragihandin ku li bajarên Erzerom û Erzînganê ji ber berf û pûkê rêya 92 gund û navçeyan hatiye girtin.
Li gorî ragihandina saziyên pêwendîdar, li Erzeromê ji ber berfa zêde rêya 68 gund û taxan hatiye girtin û bi maşîneyên kar hewla vekirina rêyan tê dayîn.
Li bajarê Erzînganê jî rêya 24 gund û taxan hatiye girtin ku herwiha hişyariya aşîtê hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin