TPAO li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi lêgerîna petrolê dike

16 December 2021 13:54 0 dîtin
TPAO li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi lêgerîna petrolê dike

PeyamaKurd – Kompaniya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) destûra lêgerîna petrolê li qadên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê Colemêrg, Mêrdîn û Şirnexê derxist.

Biryara li ser mijara lêgerîna petrolê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gorî biryarê ji bo Colemêrgê li ser 34 hezar û 705 hektar erd ji bo 5 salan destûra lêgerîna petrolê hat dayîn.

Herwiha ji bo heyama 5 salan ji bo zeviyeke 30 hezar û 701 hektarî ku li parêzgehên Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê ye jî destûra lêgerîna petrolê hat dayîn.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê perol hatibû dîtin.

TPAOyê ragihandibû, di encama xebatên li bîra Gunyurdî-1ê ya 32 kîlomêtro li rojhilatê Nisêbînê petrola giran a bi pileya 11,8 APIyê hatiye dîtin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Fatîh Donmez jî dabû xuyakirin ku li Diyarbekir, Batman, Semsûr û Şirnexê di sala 2020an de bi giştî 106 bîr hatine vedan.

Donmez eşkere kiribû, ji 106 bîrên; li 48 bîran hilberîn dibe, li 39 bîrên lêgerîn berdewam e û 19 bîrên din jî hatine tesbîtkirin.