Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê pêla nû ya berfê jiyan asteng kir

11 March 2022 18:46 0 dîtin
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê pêla nû ya berfê jiyan asteng kir

PeyamaKurd - Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê ji nû ve dest pê kir û li ber jiyana rojane ya welatiyan bû asteng ku dîsa rê hatin girtin û dibistan ketin betlaneyê.

Ji şevê din ve bi taybet li bajarên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, pêleke barîna berfê dest pê kiriye ku di çûnûhatina wan bajaran de astengî derketine.

Herwiha li wan hersê bajarên Bedlîs, Colemêrg û Muşê ji ber bandora xirab a hewayê û barîna berfê dibistan ketin betlaneyê û perwerdehî rawestiya.

Berpirsên şaredarî û parêzgariyên wan bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî dane welatiyan ku bi tedbîr tevbigerin û ji bo hatina aşîtan jî baldar bin.

Li gorî agahiyan heta niha li sînorên bajarên Wan, Bedlîs, Colemêrg û Muşê ji ber berfê rêyên 683 gundan hatine girtin.