Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê rêya 125 gund û gundikan hat girtin

09 March 2022 14:57 0 dîtin
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê rêya 125 gund û gundikan hat girtin

PeyamaKurd Li parêzgehên Erzerom, Agirî û Qersê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 125 gund û gundikan hat girtin.

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji do êvarî ve berf dibare û ji ber rewşa neyînî ya keşûhewayê, di çûnûhatinê de astengî çêdibin.

Li Erzeromê rêya 82 gund û gundikên li deverên bilind ji ber berf û pûkê hat girtin.

Ji ber heman sedeman li Agirî 41, li Qersê jî rêya du gundan hatiye girtin.