Artêsa Tirkiyê Kobanî û çend gundên wê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, bi balafirên bêmirov (SİHA) nav bajarê Kobanî û çend gundên wê topbaran kir.
Li gor zanyariyan, bajarê Kobanî û çend gundên derdora wê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.
Herwiha hin zanyariyan, li sê taxên Kobanî moşek û top ketine û tê gotin, di encama wê topbaranê de, 2 kes birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve tê gotin, ew topên li nav bajêr ketine, hawan bûn, hinek çavkanî jî dibêjin, dronan bajar topbaran kirine. Ji ber wê jî hîn bi zelalî nayê zanîn topbaran bi çi rengî bûye.
Zanyarî eşkere dikin, çend gundên Kobanî û Girê Spî jî di heman kêlîyan de hatine topbarankirin. <
>Impacts of the Turkish drone strike a house in central Syria's Kobani https://t.co/zV5kusDf3e via @NPA_English #Syria pic.twitter.com/4McA311etX
— Liveuamap MiddleEast (@lummideast) January 8, 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin