Gundên Kobanî ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

04 November 2022 14:04 0 dîtin
Gundên Kobanî ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Gundên Xerabîsan û Koran ên rojhilatê Kobanî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.

Li gor zanyariya, artêşa Tirkiyê îro gundên Xerabîsan û Koran ên rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Hat ragihandin ku bi 12 guleyan her du gundên navborî hatin hedefgirtin.

Herwiha dagirkeran do jî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kirin û hat zanîn ku di encamê de zêdeyî 10 top li navçeyê ketine.