Artêsa Tirkiyê gundên derdora Tiltemirê topbaran kir
PeyamaKurd – Çend gundên derdora Tiltemir yê Rojavayê Kurdistanê, do bi şev ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya Tirkiyê bi topên giran çend gundên navbera bajarê Tiltemir û bajarokê Zerganê kirine armanc.
Heman çavkanî destnîşan dikin, berî topbarankirina van gundan, hêzên Tirkiyê bajarokê Zerganê bi xwe jî topbaran kiribûn.
Di derbarê ziyanên ji ber topbaranê de, heta niha ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Ev topbarankirina ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye ku berpirsên Tirkiyê bi awayekî berdewam gefan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê dixwin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin